Artêşa Iraqê dixwaze ji hewcedariya bi Amerîkayê xelas bibe

"Artêşa Iraqê ji bo ku envantera çekên xwe zêde bike plan dike ku berê xwe bide Rûsya, Çîn, Japonya û Koreya Bakur. "

Artêşa Iraqê dixwaze ji hewcedariya bi Amerîkayê xelas bibe

Artêşa Iraqê ji bo ku ji hewcedariya bi Amerîkayê xelas bibe û envantera çekên xwe zêde bike plan dike ku ji Rûsya, Çîn, Japonya û Koreya Bakur çekan bistîne.

Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Meclisê Mihemed Riza daxuyanî da Es-Sabaha rojnameya fermî ya Iraqê û wiha got, "Artêşa Iraqê ji bo ku envantera çekên xwe zêde bike plan dike ku berê xwe bide Rûsya, Çîn, Japonya û Koreya Bakur. Armanc ew ku ji bo kirîna çekan meriv tenê hewcedarî welatekî nebe."

Riza destnîşan kir ku çekên artêşê herî zêde malê Amerîkayê ne û wiha dewam kir, "Lêbelê ji Amerîkayê kirîna çekên nû bi salan dikşîne. Her wiha Amerîka destûrê nade ku pispor û endezyarên Iraqî beşdarî perwerdeyên tankan bibin."

Amerîkayê wexta ku Iraq di sala 2003yan da îşxal kir, çekên xwe dan artêşê. Çekên artêşa Iraqê herî zêde li Amerîkayê hatine çêkirin û di nav çekên artêşê da yên Ûris û Koreya Başûr jî hene.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE