Pêşnûmayên qanûnê yên ji bona ku hêzên ewlehiyê bibin artêş li Meclisa Kosovayê hatin qebûlkirin.
Li Meclisa Kosovayê parlamenter ji bona ku hêzên ewlehiyê bibe Wezareta Parastinê beşdarî dengdayîna 3 pêşnûmayên qanûnê bûn.
Di Meclisa Kosovayê da ku 120 parlamenter hene parlamenterên Sirp beşdarî dengdayînê nebûn û 107 parlamenter di rûniştinê da amade bûn û pêşnûmayên qanûnê hatin qebûlkirin.
Piştî ku Serokomarê Kosovayê Haşim Thaçî îmze bike wê hêzên ewlehiyê bi fermî veguhere artêşa Kosovayê.
AA