Unsûrên asîmanî yên artêşa Lîbyayê, di 24 saetên dawîn da 3 êrîş birin ser Baregeha Asîmanî ya Eskerî Watiyeyê ku li rojavayê başûrê paytext Trablusê di bin dagiriya milîsên Xelîfe Hefter da ye.
Berdevkê Artêşa Lîbyayê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya ku şaxa ragihandinê ya Operasyona Wolqana Hêrsê ya hikûmeta Lîbyayê weşand da ragihand ku li dijî milîsên Hefter û wesayîtên eskerî yên li Baregeha Asîmanî ya Eskerî Watiyeyê 3 êrîşên asîmanî hatin kirin.
Kununu diyar kir ku unsûrên asîmanî ji bo şopandina liv û tevgera milîsên Hefter, li herêmên naverast û rojava geştên keşfê dikin.
Berî niha jî topxaneyên artêşa Lîbyayê, kozikên li Baregeha Asîmanî ya Eskerî Watiyeyê û kozikên eskerên peretî koma Wagner ku li başûrê paytextê di refên Hafter da beşdar in, kiribûn armanc.
AA