Artêşa Lîbyayê cebilxaneya ji milîsên Hefter mane bi dest xist

Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî hatin hildan artêşa Lîbyayê ya ku başûrê Trablusê rizgar kir li herêma hilda bin kontrola xwe îro tevlî helîkopterekê, roketavêjên pirlûleyî yên bi wesayîtan va hatine montekirin û bataryayên topan ên veşartibûn, bi dest xist.

Artêşa Lîbyayê cebilxaneya ji milîsên Hefter mane bi dest xist

 Artêşa Lîbyayê tevlî helîkopterekê cebilxaneya ji milîsên girêdayî Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt mane bi dest xist.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî hatin hildan artêşa Lîbyayê ya ku başûrê Trablusê rizgar kir li herêma hilda bin kontrola xwe îro tevlî helîkopterekê, roketavêjên pirlûleyî yên bi wesayîtan va hatine montekirin û bataryayên topan ên veşartibûn, bi dest xist.

  Der barê helîkoptêra hat bidestxistin da agahiyên wek gelo marqeya wê çi ye û malê kîjan welatiye nehat gotin lê wêneya wê ji ser medyaya civakî hat parvekirin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Operasyona Hêrsê ku artêşa Lîbyayê birêva dibe daxuyanî weşand û ragihand ku di embareke cebilxaneyê ya li Wadî er-Rebî ya başûrê rojhilatê Trablusê dikeve da 5 wesayîtên eskerî, 3 wesayîtên bizirx ên şer, 7 tank, 3 weayîtên personelbirinê û 3 jî top hatin bidestxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE