Artêşa Lîbyayê dest bi herekata "Rêyên Serfiraziyê" kir

Kanunu bangî milîsên Hefter kir û ji wan xwest ku bile dev ji şer berdin, tevlî çekên xwe werin û teslîm bibin û got: "Em bi biryar in ku li welêt otorîteya dewletê bi cih bikin."

Artêşa Lîbyayê dest bi herekata "Rêyên Serfiraziyê" kir

Artêşa Lîbyayê ragihand ku ji bo Sîrte, Baregeha Hewayî ya Eskerî ya Cufrayê û herêmên derdora wê ji milîsên girêdayî Xelîfe Hefter ê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt in, rizgar bikin dest bi herekata "Rêyên Serfiraziyê" kirin.  

Berdevkê Fermî yê Artêşa Libyayê Serbaz Mihemed Kanunu daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku hêzên hewayî yên artêşê li bajarê Sîrte û dor û berê wê 5 hereketên hewayî birin ser milîsên Hefter.

Kanunu bangî milîsên Hefter kir û ji wan xwest ku bile dev ji şer berdin, tevlî çekên xwe werin û teslîm bibin û got: "Em bi biryar in ku li welêt otorîteya dewletê bi cih bikin."

Artêşa Lîbyayê di daxuyaniya duh weşandibû da ragihand ku di nav milîs û eskerên peretî yên li bajêr da tirseke mezin heye û tê dîtin qismekî wan ji bajêr direvin û giregirên bajarê Sîrteyê jî xwestine ku bila bajêr bi rêyên aştiyane teslîmî hikûmeta Lîbyayê bikin 

Artêşa Lîbyayê li hemberî milîsên Hefter rizgarkirina Trablusê jî di nav da gelek serfirazî bi dest xist û di daxuyaniyên dawîn da ragihand ku bajarê Sîrteyê û qadên neftê yên li başûr hedefên wan ên nû ne û ji bo rizgarkirina wan hewl didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE