Artêşa Lîbyayê diyar kir ku kontrola hemû herêmên di nav sînorê Trablusê da hildan

Artêşa Lîbyayê diyar kir ku li tevahiya herêmên di nav sînorên Trablusê da kontrol hildan destê xwe.

Artêşa Lîbyayê diyar kir ku kontrola hemû herêmên di nav sînorê Trablusê da hildan

Mîralay Mihemed Kanunuyê Berdevkê Artêşê vîdeo weşand, di vîdeoyê da bi bêtêlê bangî yekîneyên artêşê dike û dibêje, "li tevahiyê herêmên di nav sînorên Trablusê da ne kontrol hildan destê xwe."

Meqamên Lîbyayê der barê mijarê da hê hûrgilî parve nekir.

Artêşa Lîbyayê duh diyar kiribû ku Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt paqij kirin, îro ber destê sibê jî destnîşan kir ku kontrola tevahiya herêmên Eyn Zara û Wadî Rebiyê hildan destê xwe, Qesr bîn Xaşir û Suk el-Xamîs ji milîsan paqij kirin.

Artêşa Libyayê pêşketina xwe ya ber bi herêmên milîsên Hefter lê sitar dibin ên li başûrê paytextê welêt didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE