Artêşa Lîbyayê du bajarokên din jî hildan

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan li başûrê Baregeha Eskerî Watiyeyê du bajarokên din jî ên nêzîkî sînorê Tûnisê ji milîsên Hefter xilas kirin.

Artêşa Lîbyayê du bajarokên din jî hildan

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan li başûrê Baregeha Eskerî Watiyeyê du bajarokên din jî ên nêzîkî sînorê Tûnisê ji milîsên Hefter xilas kirin.

Di daxuyaniya li ser hesabê Operasyona Volqana Hêrsê yê Twitterê da hat diyarkirin ku yekîneyên artêşê bajarokên Bedr û Tîcî yên parêzgeha Naluta li ser sînorê Tûnisê kontrol kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku gel derket pêşiya yekîneyên artêşê û bi şahî ew pêşwazî kirin.

Bajarokên Bedr û Tîcî bi qasî 60 kîlometre li başûrê Baregeha Eskerî Watiyeyê ya li rojavayê welêt e ku artêşa Lîbyayê duh ji milîsan paqij kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE