Artêşa Lîbyayê hişyarî da Xelîfe Hefterê ji bo şer bang kir

Artêşa Lîbyayê hişyarî da Xelîfe Hefterê ji bo şer bang kir

Usame Cuweyliyê ji fermandarên artêşa Lîbyayê li dijî banga Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt got, "Ji bo aliyê ku dixwaze şer bike encamê zehf nerind be."

Di daxuyaniya yekeya çapemeniyê ya Operasyona Agirê Hêrsê ya artêşa Lîbyayê dimeşîne da hat gotin ku General Cuweyliyê Fermandarê Herêma Rojava ya Artêşa Lîbyayê li dijî banga Hefter ya dibêje li dijî hêzên Tirkiyeyê yên li welêt şer bikin bertek nîşan da.

General Cuweylî hişyarî da aliyên dixwazin li herêma Rojava şer bidin destpêkirin û got, "Ji bo aliyê ku dixwaze şer bike encamê zehf nerind be û dibê bersiva ku em ê bi hemû hêza xwe bidin ew jî bira hesabê xwe bike."

- "Heke we xwe amade kiribe em jî amade ne"

Wekî mayîn Mîralay Mihemed Kanunuyê Berdevkê Artêşa Lîbyayê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da ji hêzên Hefer ra got, "Heke we xwe amade kiribe em jî amade ne."

Kanunu wiha pê da çû: "Bi êrîşkar û sûcdarên şer ra aştî nayê kirin. Ciyê we bi tenê girtîgeh e. Hetanî we bi darizandina adil derxin ber dadgehê em ê we teqîb bikin."

Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê duh di daxuyaniya xwe da gotibû, "Ez bangî hemû hêzên me dikim ku li dijî hêzên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê ji bo şer xwe amade bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE