Artêşa Lîbyayê kontrola Baregeha Eskerî ya Watiyyeyê ji milîsên Hefter stand

Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan kontrola Baregeha Eskerî ya Watiyyeyê ku di binê dagirkeriya milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên li rojhilata welêt da bû, bi dest xist.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya yekeya çapemeniyê ya Operasyona Xezeba Hêrsê ku artêşa Lîbyayê dike, Usame Cuweyliyê Fermandarê Daîreya Herekata Rojava ya Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan kontrola Baregeha Eskerî ya Watiyyeyê ji milîsên Hefter stand.

Hêza esmanî ya Artêşa Lîbyayê di nav 48 saetên dawîn da ji pergalên parastina esmanî ya Panstîrê ku çêkirina Ûris e, 3 pergalên milîsên Xelîfe Hefter ku Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî ji milîsên Hefter ra peyda kirine, îmha kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE