Di daxuyaniya nivîskî ya Şaxa Parastin û Edilandina Ewlehiya Sîrte û Cufrayê ya li ser hesabê wê yê Facebookê da hat destnîşankirin ku herêmên Carîf û Kibeybe ji milîsan hatin paqijkirin, lê zêdetir agahî nehatin dayîn.
Hat diyarkirin, herêmên navborî bi operasyona "Rêyên Serkeftinê" ku roja şemiyê dest pê kir, hatin rizgarkirin.
Artêşa Libyayê bi mebesta paqijkirina Sirteyê ji Milîsên Hefter, duh sewqiyata eskerî ber bi banliyoyên bajêr zêde kiribû.
Artêşa Lîbyayê duh ragihandibû ku wan herekete nû ya bi navê "Rêyên Serfiraziyê" da destpêkirin da ku Sîrte, Baregeha Asîmanî ya Eskerî Cûfrayê û dewrûbera wê ji destê Hefter derxin.
Artêşa Lîbyayê ku ber bi bajarê qeraxê Sîrteyê ku bi qasî 450 kîlomêtro dûrî paytext Trablusê ye di pêşreviyê da ye, pêr bajarokê Vîşkeyê ku dikeve rojavayê Sîrteyê, ji destê milîsên Hefter derxistibû.
AA