Artêşa Lîbyayê li hemberî Baregeha Vatiyyeyê 24 operasyon kir

Berdevkê fermî yê Artêşa Lîbyayê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji duh sibê vir va li hemberî Baregeha Hewayê ya Vatiyyeyê 24 operasyon hatin kirin.

Artêşa Lîbyayê li hemberî Baregeha Vatiyyeyê 24 operasyon kir

 Hêzên esmanî yên Artêşa Lîbyayê li hemberî Baregeha Hewayê ya Vatiyyeyê ya li başûrê rojavayê paytext Trablusê 24 operasyon kirin.

Berdevkê fermî yê Artêşa Lîbyayê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji duh sibê vir va li hemberî Baregeha Hewayê ya Vatiyyeyê 24 operasyon hatin kirin.

Kununu got 2 wesayîtên Grad, hin çekên curbicur û wesayîtên muhîmatê hatin îmhakirin.

Artêşa Lîbyayê li hemberî hêzên Xelife Hafter ên çekdar ên Baregeha Vatiyyeyê dagir kirine duh operasyon dabû destpêkirin.

Berdevkê Operasyona Xezebê ya girêdayî hikûmeta Libyayê Mistefa el Meceî duh êvarê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyandibû baregeh tevahî hatiye dorpêçkirin û êdî  nikare xizmetê bide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE