Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Operasyona Volqana Hêrsê ya medyaya civakî, Berdevkê Artêşa Lîbyayê Albay Mihemed Kununu diyar kir ku di 3 êrîşên Hêzên Asîmanî yên dijî bajarê Sîrteyê da topek, wesayîteke bizirx û du wesayîtên çekdar hatin jinavbirin, 10 milîsên Hefter hatin berterefkirin.
Artêşa Lîbyayê duh ragihandibû ku wan herekete nû ya bi navê "Rêyên Serfiraziyê" da destpêkirin da ku Sîrte, Baregeha Asîmanî ya Eskerî Cûfrayê û dewrûbera wê ji destê Hefter derxin.
Artêşa Lîbyayê ku ber bi bajarê qeraxê Sîrteyê ku bi qasî 450 kîlomêtro dûrî paytext Trablusê ye di pêşreviyê da ye, duh bajarokê Vîşkeyê ku dikeve rojavayê Sîrteyê, ji destê milîsên Hefter derxistibû.
AA