Artêşa Libyayê di 24 saetên dawîn da 12 milîsên Hefter berteref kirin

Artêşa Libyayê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da di operasyonên li başûrê Trablusa paytextê welêt da 7 wesayîtên milîsên Hefter îmhe kirin, 12 milîsên Hefter jî berteref kirin.

Artêşa Libyayê di 24 saetên dawîn da 12 milîsên Hefter berteref kirin

Mîralay Mihemed Kanunuyê Berdevkê Artêşa Libyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku artêşê di 24 saetên dawîn da 5 operasyonên ji hewayê li dorberê Esabîaya li başûrê Trablusê kirin, di operasyonan da 12 milîsên Xelîfe Hefterê derbekar ê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt berteref kirin.

Wekî mayîn Kanunu got ku 7 wesayîtên eskerî yên milîsan, wesayîteke cebilxaneyê û wesayîteke bizirx a malê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hatin îmhekirin.

Berdevk Kanunu di daxuyaniyê da wiha got: "Hêzên me yên qehreman li tangên Halle û Halatatê bi bi hêzdarî pêş dikevin û dikevin hêlînên milîsên Hefter."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE