Artêşa Libyayê Kampa Eskerî ya Yermukê hilda kontrola xwe

Kanûnû destnîşan kir ku artêş li hemberî milîsan pêşketina xwe didomîne, personelên teknîkê yên artêşê teqemenî û mayînên ku milîsên Hefter wekî dafik danîne paqij dikin.

Artêşa Libyayê Kampa Eskerî ya Yermukê hilda kontrola xwe

Artêşa Libyayê li hemberî milîsên Xelîfe Hefter ên li başûrê Trablusê pêşketina xwe didomîne û kontrola Kampa Eskerî ya Yermukê hilda destê xwe.

Mîralay Mihemed Kanûnûyê Berdevkê Artêşa Libyayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku yekîneyên artêşê milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû ji Kampa Eskerî ya Hemze ya Kampa Eskerî ya Yermukê yên stratejîk derxistin.

Kanûnû destnîşan kir ku artêş li hemberî milîsan pêşketina xwe didomîne, personelên teknîkê yên artêşê teqemenî û mayînên ku milîsên Hefter wekî dafik danîne paqij dikin.

Artêşa Libyayê di van demên dawîn da li dijî milîsên Hefter bi ser dikeve. Hikûmeta Libyayê di 18ê gulanê da milîsên Hefter ji Watiyeya Baregeha Hewayê derxistibû û bajarokên li rojavayê welêt jî ji milîsan tên paqijkirin.

Yekîneyên artêşê dora Terhuneya milîsên Hefter ji bo êrîşên dijî Trablusê bi kar dianîn pêçan û hin komên çekdar ji eniyên li başûrê paytextê vekişiyan çûn parastina Terhuneyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE