Artêşa Libyayê li bajarê Terhunê li hemberî milîsên Xelîfe Hefter ên nemûşrû operasyoneke esmanî kir.
Berdevkê Artêşa Libyayê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Hezên me yên esmanî li bajarê Terhunê li hemberî milîsên terorîst Hefter operasyonek kirin. Di operasyonê da 2 wesayîtên eskerî û wesayîteke cebilxaneyê hatin îmhakirin."
Kununu got li bajarê Terhunê ji bo çavdêriyê firînên çavdêriyê jî hatin kirin.
Artêşa Libyayê di nav 72 saetan da 8 Pantsîrên ji hêla Rûsyayê va hatine çêkirin îmha kiribûn. Pantsîreke ku duh êvarê hatibû îmhakirin li Meydana Şehîdan a Trablusê hatibû pêşandan.
AA