Artêşa Libyayê daxuyand milîsên Xelîfe Hefter ên nemeşrû agirbest binpê kirin û îşev bi moşekan va êrîşî hêzên artêşê yên li rojavayê Sîrteyê kirin.
Berdevkê Daîreya Operasyona Hevpar a Sîrte û Cufrayê yê girêdayî artêşa Libyayê Ebdulhadî Dirax di peyama xwe ya bideng da wiha got: "Hêzên dijmin ên serhildêr îşev agirbest binpê kirin, ji 12yan zêdetir moşek avêtin herêmên ku hêzên me yên artêşê lê ne. Kes nemir û birîndar nebû."
Dirax got êrîş li xaçerêya Nexleyê ya nêzîkî herêma 30emîn a di destê artêşa Libyayê da ye çêbû.
- Li Libyayê biryara agirbestê
Serokwezîrê Libyayê Fayîz es-Serrac û Akile Salihê Serokê Meclisa Nûneran a Tobrukê yê mitefîqê siyasî Xelîfe Hefter e di 21ê Tebaxê roja înê daxuyandin ku wan biryara agirbestê daye.
Li gor agirbestê Sîrte û Cufra wê ji çekan bên xalîkirin, li welêt hilberîna neftê û îxraca wê cardin dest pê bike, eskerên bipere wê ji welêt derkevin, hilbijartinên giştî û ya Konseya Serokatiyê di meha adarê da bê kirin.
AA