Artêşa Libyayê li bajar û herêmên ku ji destê milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt e rizgar kir operasyonên asayîşê zêdetir kir.
Odeya Operasyonên Hevpar a Herêmên Rojavayê ya girêdayî artêşa Libyayê daxuyanî weşand û tê da wiha hat gotin: "Li Libyaya welatê neftê ku welatî ji bo kirîna sotemeniyê dikevên rêzê û disekinin lê li aliyê rojavayê welêt jî li hemberî qaçaxvananên neftê operasyon hat kirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku bersûc bên girtin û teslîmî edaletê bên kirin wê operasyon bênavber dewam bikin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Operasyona Hêrsê ya artêşa Libyayê ragihand ku li wilayeta Terhuneyê ya milîsên Hefter wek navenda îkmal û hereketê bi kar dianîn 200 warêl madeya teqemeniyê hat dîtin.AA