Artêşa Myanmarê 2 xwepêşandêr kuşt, pereyê mizgeftekê jî talan kir

Artêşa Myanmarê 2 xwepêşandêr kuşt, pereyê mizgeftekê jî talan kir

Li Mandalaya bajarê Myanmarê artêşê di xwepêşandanên dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî tên kirin da 2 xwepêşandêr kuşt û li mizgeftekê jî dest danî ser pereyê ji bo alîkariyê hatiye berhevkirin.

Li gor nûçeya li ser malpera înternetê ya Myanmar Nowê hat belavkirin, artêşa Myanmarê duh li Myitngeya navçeya Mandalayê hewl da komeke xebatkarên kamuyê yên derbeyê protesto dikin binçav bike.

Xwepêşandêran hewl dan ku neyên binçavkirin, li ser vê artêşê gule berda û 2 kes hatin kuştin.

Di heman rojê da li Myitngeyê esker ketin mizgeftekê qutiya pereyên hatine bexşandin talan kirin.

Piştî kuştina van kesan hejmara sivîlên di xwepêşandanan da hatin kuştin gihîşt 716an.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Li welêt aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE