Artêşa Myanmarê cezayê dardakirinê da 19 kesan

Rêveberiya eskerî ji derbeya 1ê sibatê vir da cara ewil cezayê dardakirinê da.

Artêşa Myanmarê cezayê dardakirinê da 19 kesan

Di xebera Myawaddya televizyona artêşa Myanmarê da hat diyarkirin ku 19 kesên hatin binçavkirin berpirsyarê kuştina eskerekî li Yangonê ne. Dadgeha eskerî cezayê dardakirinê da 19 kesên binçavkirî.

Rêveberiya eskerî ji derbeya 1ê sibatê vir da cara ewil cezayê dardakirinê da.

Wekî mayîn Tuxgeneral Zaw Mîn Tunê berdevkê artêşa Myanmarê midaxeleya bi fîşengên rastî ya dijî çalakvanan parast.

Tun di civîna çapemeniyê da pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku di çalakiyan da hetanî niha 16 polês hatin kuştin û wiha axivî: "Çalakî ji welatên derva tên fînansekirin. Midaxeleya hêzên ewlekariyê di cî da ye."

Tun îdiayên dibêjin artêş li dijî çalakvanan sîlahên otomatîk bi kar tîne derewand û got, "Heke tiştekî wisa hebûya ew ê di nav çend saetan da 500 kes bihatina kuştin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE