Artêşa Myanmarê ji bo mehekê agirbest ragihand

Artêşa Myanmarê ji bo mehekê agirbest ragihand

 Li Myanmarê artêşa ku bi derbeya eskerî va hikûmeta hilbijartî hilweşand, ragihand ku wan li welêt ji bo mehekê agirbest îlan kir.

Sererkanê Myanmarê Min Aung Hlaing xîtabî welatiyan kir û ragihand, ji bo domandina hevdîtinên aştiyê yên digel komên nijadî yên çekdar ên li welêt û her wiha ji bo ku pîrozbahiyên sala nû ya dînî yên di 13-16ê Nîsanê da bi aramî bên kirin, artêşê heya 30ê Nîsanê yekalî agirbest ragihand.

- Li eyaleta Kachinê navenda polêsan a girêdayî artêşê hat bidestxistin

Artêşa Serxwebûna Kachinê (KIA) ku komeke nijadî û çekdar a dijî derbeyê ye li navçeyeke eyaleta Kachinê navenda polêsan bi dest xist.

Berdevkiya KIAyê li ser operasyonê daxuyanî da û diyar kir, li navçeya Kyaukgyiyê wan navenda polêsan a ku ji bo artêşa Myanmarê xwedî girîngiyeke stratejîk e, bi operasyona nîvê şevê bi dest xist.

KIA û Yekîtiya Neteweyî ya Karenê ragihandibûn ku ew ê li dijî cûntayê xwepêşandêran biparêzin.

Artêşa Arakanê, Artêşa Azadiya Neteweyî ya Taangê (TNLA) û Artêşa Îtifaqa Demokratîk û Neteweyî ya Myanmarê(MNDAA) ku 2018an bi artêşa Myanmarê ra agirbest îmze kiribûn di daxuyaniya xwe ya pêr da ragihandibûn ku heger tundiya artêşa Myanmarê ya dijî xwepêşandêran bi dawî nebe, ew ê agirbestê betal bikin.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê. Di midaxeleya hêzên ewlekariyê da 536 xwepêşandêr hatin kuştin.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE