Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku li Sûriyeyê ji şervanên mixalif pêk tê, ji bo ku piştgiriyê bide operasyona muhtemel a ku Artêşa Tirkiyeyê wê li rojhilata Çemê Feratê bike, ji Şanliurfayê ra hêzeke eskerî şand.
Otobêsên ku eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê tê da bûn û TIRên ku muhîmat lê barkirî ne, ji Kilîsê hereket kirin û ber bi Gazîantebê çûn.
Konvoy piştî tevdîrên ewlehiyê hat sewqkirin û hat gotin ku ji bo yekîneyên ser sînorê Şanliurfa û Sûriyeyê wek teqwiye hat şandin.
AA