Artêşa Rûs 25 hezar û 500 esker ji dest dan

Artêşa Rûs 25 hezar û 500 esker ji dest dan

Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 25 hezar û 500 esker, 199 balafir, 156 helîkopter û 1130 tank ji dest dan.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-8ê Gulanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 400 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 25 hezar û 500 esker hatin kuştin û her wiha 199 balafir, 156 helîkopter, 1130 tank, 2 hezar û 741 wesayîtên zirxî, 507 top, 179 pergalên roketavêj û 86 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.

Hêzên Rûs her wiha 1961 wesayît, 12 keştî û belemên beza yên sivik û 360 drone jî ji dest dan.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE