Artêşa Rûs 26 hezar û 350 esker ji dest da

Artêşa Rûs 26 hezar û 350 esker ji dest da

Hat ragihandin, artêşa Rûs ya ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 26 hezar û 350 esker, 199 balafir, 160 firoke û 1187 tank ji dest dan.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê zirara artêşa Rûs ya di navbera 24ê Sibatê-11ê gulanê da daxuyanî da û got di nav 24 saetan da artêşê 350 eskerên din jî ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs tevahî 26 hezar û 350 esker hatin kuştin û her wiha 199 balafir, 160 firoke, 1187 tank, 2 hezar û 856 wesayîtên bizirx, 528 top, 185 pergalên roketavêj û 87 pergalên parastina esmanî jî hatin îmhekirin.

Hêzên Rûs her wiha 1997 wesayît, 12 keştî û kelekên leza wan sivik, 390 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan, 94 moşekên Ûrisan avêtin jî hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku 1351 eskerên Rûs li Ukraynayê hatine kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE