Artêşa Rûs 26 hezar esker ji dest da

Artêşa Rûs 26 hezar esker ji dest da

Hat ragihandin, artêşa Rûs ya ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 26 hezar esker, 199 balafir, 158 firoke û 1170 tank ji dest dan.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê zirara artêşa Rûs ya di navbera 24ê Sibatê-10ê gulanê da daxuyanî da û got di nav 24 saetan da artêşê 350 eskerên din jî ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs 26 hezar esker hatin kuştin û her wiha 199 balafir, 158 firoke, 1170 tank, 2 hezar û 808 wesayîtên bizirx, 519 top, 185 pergalên roketavêj û 87 pergalên parastina esmanî jî hatin îmhekirin.

Hêzên Rûs her wiha 1980 wesayît, 12 keştî û kelekên leza wan sivik, 380 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan, 94 moşekên Rûsan avêtin jî hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku 1351 eskerên Rûs li Ukraynayê hatine kuştin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE