Artêşa Rûsyayê li Kîevê êrîşî navendeke danûstendinê kir: 8 kuştî

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Giştî ya Ukraynayê, Rûsyayê şev li Podilskyiya taxa Kîevê êrîşî navendeke danûstendinê kir.

Artêşa Rûsyayê li Kîevê êrîşî navendeke danûstendinê kir: 8 kuştî

 Ukraynayê daxuyand artêşa Rûsyayê şev li Kîevê êrîşî navendeke danûstendinê kir, 8 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Giştî ya Ukraynayê, Rûsyayê şev li Podilskyiya taxa Kîevê êrîşî navendeke danûstendinê kir.

Hat gotin li gor agahiyên ewil di êrîşê da 8 kes hatin kuştin, ji bo hejmara mirî û birîndaran bê tesbîtkirin ekîbên lêgerîn û xelaskirinê û hêzên ewlehiyê dixebitin. 

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin navenda danûstendinê hilweşiya, paceyên avahiyên li derûdorê şikestin û wesayîtên nêzîkî herêmê jî zirar dîtin.

Şaredarê Kîev Vîtaliy Klîçko li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyandibû ku li taxa  Podilskyiyê dengê teqînan tê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE