Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li baregehên rejima Sûriyeyê xistin

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li baregehên rejima Sûriyeyê xistin

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku hêzên rejima Sûriyeyê fuzeyeke balafirşikên avêt û wekî bersiv wan êrîşî baregehên ku eskerên Esed lê ne kir.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê artêşa Îsraîlê hat dayîn, li gor tesbîtê ji ser axa Sûriyeyê ber bi Îsraîlê va fuzeyeke balafirşikênê hat avêtin.

Lê pêdivî pê çênebû ku pergalên parastina esmanî midaxale bikin û fuze li sehaya esmanî ya Îsraîlê teqiya.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wekî bersiv Îsraîlê êrîşî baregehên hêzên Esed kir.

- Di êrîşê da eskerekî rejimê hat kuştin, 5 esker birîndar bûn

Li gor SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed, Îsraîlê êrîşa esmanî kir û paşê fuze avêtin.

Di nûçeyê da hatibû gotin ku di êrîşên Îsraîlê da eskerekî rejimê hat kuştin, 5 esker birîndar bûn.

Qanala nûçeyê ya el-Îxbariyeyê ya rejima Esed îdia kir ku ji alî Îsraîlê va li ser der û dorê paytext Şamê êrîşên hewayî hatin kirin û wiha gotibû "Pergala me ya parastina hewayî li hemberî moşekên dijmin xebitî û hinek daxistin."

Rejima Esed di 31ê Rêbendanê da jî îdia kiribû ku Îsraîlê êrîşa hewayî biriye ser Şam û der û dora wê.

Îsraîl ji sala 2011an vir va ku şerê navxweyî dest pê kiriye, car caran li Sûriyeyê êrîşî ser deverên eskerî yên rejim û komên terorîst ên biyanî yên nêzî Îranê ne, dike.

Rayedarên Îsraîlî di mijara êrîşên li ser axa Sûriyeyê tên kirin da ji şîroveyan dûr disekinin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE