Artêşa Îsraîlê ji daxuyaniya "Em ketin Xezeyê" paşva gav avêt

Artêşa Îsraîlê ji daxuyaniya "Em ketin Xezeyê" paşva gav avêt

- Berdevkiya Aartêşa Îsraîlê daxuyaniya xwe ya ku "ketin Xezeyê" neanî ser per û baskê xwe û dubare nekir, tenê got ku "êrîş dewam dike".

Jonathan Conricustê Berdevkê Çapemeniya Biyanî ya Artêşa Îsraîlê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku eskerên Îsraîlê dijî Xeta Xezeyê êrîş da destpêkirin û "ket Xezzeyê" jî.

Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê ku ew jî berdevkekî din e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ê piştrast neke bê ka esker ketin Xeta Xezeyê an na û wiha dewam kir, "Ez tenê dikarim bêjim ku li ser Xeta Xezeyê ji esman û bejayê va êrîşek dan destpêkirin." Adraee ji bo daxuyaniya ku Conricust dabû jî îdia kir ku "şaşiya wergerê" tê da heye.

Adraee wiha got, "Ez ne ji gotinên Jonathan (Conricust) ra dibêjim derew in ne piştrast dikim ne jî li ser şîroveyekê dikim."

- Çapemeniya Îsraîlê artêş rexne kir

Li gor nûçeya rojnameya Times of İsrailê, artêşê çapemeniya biyanî şaş agahdar kir. Di nûçeyê da hat gotin ku dema ji Conricust hat pirsîn ku "Eskerên Îsraîlê ketin Xezeyê?" wî jî bersiva "Erê" da vê pirsê.

Conricust piştî ku daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê ya ku "Em ji esman û bejayê va êrîşî Xezeyê dikin" da, li ser pirsan ji saziyên çapemeniyê yên biyanî ra ku gotibû ku "Eskerên Îsraîlê ketin Xezeyê". AA, Washington Post, kanala I24ê ya Îsraîlê jî li wir bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE