Artêşa Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist

Avahiya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê ya li Xeta Xezeyê lê ye di encama êrîşa asîmanî da bi temamî xira bû

Artêşa Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist

Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê ya bin dagirkeriyê da êrîşa asîmanî bir ser avahiya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê jî tê da ye.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Xezeyê ragihandin hêzên Îsraîlê pêşî guleyên hişyariyê berdan ser avahiya ku ofîsa AAyê ya li Xezeyê lê ye.

Xebatkarên AAyê demildest piştî gulebarana hişyariyê bi çend parçe eşyayên ku bi xwe ra birin ra avahî vala kirin. Piştî demek kurt balafirên şer ên Îsraîlê herî kêm bi 5 rokêtan êrîş kir û di encama êrîşan da avahî bi temamî xira bû.

Hat ragihandin ku rewşa xebatkarên Ajansa Anadoluyê baş e hêj tu agahiyên teqez nehatin bidestxistin ka di êrîşê da tu tişt bi kesî hatiye yan na.

Artêşa Îsraîlê rokêtên ku ji Xezeyê tên avêtin hincet nîşan da û îro nîvropaş dijî herêmê êrîşên asîmanî dabû destpêkirin.

Di êrîşan da yek jê pitik, yek jê ducanî 3 Filistînî şehîd bibûn û herî kêm 12 kes jî birîndar bibûn.

Artêşa Îsraîlê di salên berê da jî avahiya gelek saziyên çapemeniyê tê da bû hedef girtibû.

Serok Erdogan, "Em êrîşa Îsraîlê ya li ser ofîsa li Xezeyê ya Ajansa Anadoluyê bi tundî şermezar dikin."

Serok Erdogan telefonî Midûrê Giştî yê AAyê kir û ji ber ku Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist got ku derbasî be.

Alîkarê Serokkomar Oktay ji ber ku Îsraîlê avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist gote Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci derbasî be.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu telefonî Midûrê Giştî Şenol Kazanci kir û ji ber ku Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist got ku derbasî be.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, "Îsraîlê mînakeke êrîşkariyê ya nû nîşan daye û li avahiya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê ya li Xezeyê jî lê ye xist. Em vê êrîşî bi tundî şermezar dikin."

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş telefonê Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê kir û ji ber ku artêşa Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê jî lê ye xist got ku derbasî be.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar telefonî Midûrê Giştî Şenol Kazanci kir û ji ber ku Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist got ku derbasî be.

Mustafa Şentop, "Îsraîlê li ofîsa xebatê ya AAyê xist û li ser çalakiyên xwe yên ku hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovî bi tu tiştî nahesibîne yeka din zêde kir

Serokê Giştî yê DSPyê Onder Aksakal telefonî Midûrê Giştî Şenol Kazanci kir û ji ber ku Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist got ku derbasî be.

Midûrê Giştî yê TRTyê Eren "Îsraîla ku dijî mirovahiyê sûcan dike ofîsa AAyê ya li Xezeyê bi rokêtan hedef girt û ez vê bi tundî şermezar dikim."

Sendîkaya Medya Îşê, "Ev êrîşa dijî Ajansa Anadolu û xebatkarên wê êrîşeke dijî çapemeniya azad, azadiya xebersitandinê ya girseyan e."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji ber ku Îsraîlê li avahiya ku ofîsa AAyê lê ye xist got ku derbasî be.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca "Ez ji xebatkarên Ajansa Anadoluyê yên ji bo ku em ji dinyayê xeberê bistînin ji dil û can dixebitin ra dibêjim ku derbasî be."

Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn "Îsraîlê di helwesta xwe ya êrîşkar da sînor nas nekirin û Ajansa me ya Anadoluyê ya ku rastiyan diqîre dinyayê hedef girt. Em lenet dikin."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum ji ber êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya li ser avahiya ku ofîsa AAyê ya li Xezeyê lê ye got ku derbasî be.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Serdar Çam ji ber ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser ofîsa AAyê got ku derbasî be.

Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn Bozdag ,"Ez êrîşa terorê ya Îsraîlê ya li ser ofîsa Xezeyê ya AAyê lenet dikim. AA bêdeng nabe û nayê bêdengkirin."

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE