Artêşa Îsraîlê li ser xeta Xezzeya dorpêçkirî êrîşên xwe didomîne

Îsraîlê li ser xeta Xezzeyê xanî, mal, zevî û kozikên komên liberxwedar ên Filistînî kir hedef

Artêşa Îsraîlê li ser xeta Xezzeya dorpêçkirî êrîşên xwe didomîne

Artêşa Îsraîlê li ser xeta Xezzeya dorpêçkirî xanî, mal, zevî û kozikên komên liberxwedar ên Filistînî kir hedef.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê bi ser avahiyeke li bajarê Xan Şeyxûnê da bombe barandin û birîndar hene. Di êrîşê da du xanî zirar dîtin.

Balafirên şer êrîşî ser Qada Şuhedayê ya ku Qampa Penaberan a Cîbaliyê jî lê ye kirin. Di êrîşê da hin kes birîndar bûn û zirar gihîşt binesaziyê.

Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li herêma Şêx Eclînê jî zeviyek û wesayîteke vala ji xwe ra kirin hedef û li Refah û Deyr el-Belah a başûrê Xezzeyê dikevin jî bi ser sê kozikên komên liberxwedar ên Filistînî da bombe barandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE