Artêşa Îsraîlê piştî daxuyand ku ji Xeta Xezeyê du moşek hatine avêtin, wan jî rojhilatê Xezeyê bombebaran kir.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin: "Ji ber ku şev ji Xezeyê moşek hatin avêtin, bi firoke û tankan va hin cihên Hamasê hatin bombebarankirin."
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, hin firokeyên Îsraîlê yên şer bajarê Rafahê, tankan jî hin herêmên li rojhilat û bajaroka Beyt Lahyeyê bombebaran kirin.
Hê agahî nehat dayîn ku kes miriye an na.
Artêşa Îsraîlê şev daxuyandibû ku ji Xeta Xezeyê du moşek hatine avêtin û ew ji hêla pergala parastina esmanî yên bi navê "Qubeya Hesin" va hatine îmhekirin.
AA