Artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarê Nablusa ser Şerîeya Rojava ku dagirkiriye gule berî rojnamegerekî da û ew birîndar kir.
Sendîkaya Çapemeniyê ya Filistînê daxuyanî da û ragihand ku nûçegihanê wêneyan ê Filistînî Nasir Eştiyye ji ber guleya ku artêşa Îsraîlê li gundê Deyr el-Xataba ser bajarê Nablûsê ye berî serê wî da ew birîndar ket.
Sendîkayê êrîşa artêşê ya li gundê Deyr el-Xatabê bir ser rojnameger şermezar kir.
Çavkaniyeke din a çapemeniyê jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku artêşa Îsraîlê duh êvarê bi ser gundê Deyr el-Xatab da girtin û guleyên rastî û plastîk bi kar anîn bombeyên xaz û deng jî avêtin.
Ji ber vê tevgerê jî di navbera hêzên Îsraîlê û ciwanên Filistînî da şer derket.
Hêzên artêşa Îsraîlê bi ser bajar û bajarokên Şerîeya Rojavayê da digirin û bi hinceta biryara qefaltinê heye welatiyên Filistînî binçav dikin.
AA