Artêşa Urdunê: Li ser sînorê Sûriyeyê 27 qaçaxciyên hişbirê hatin kuştin

Artêşa Urdunê: Li ser sînorê Sûriyeyê 27 qaçaxciyên hişbirê hatin kuştin

Artêşa Urdunê diyar kir ku li ser sînorê Sûriyeyê dijî qaçaxcîtiyan operasyoneke mezin hat kirin û di operasyonê da 27 qaçaxciyên hişbirê hatin kuştin. Ji 2011an vir va operasyona herî mezin a ku hat kirin ev e.

Artêşa Urdunê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Herêma Eskerî ya Rojhilatê, roja pêncşemê serê sibehê bi hêzên ewlehiyê ra di nav kordînasyonê da dijî qaçaxcîtiya gelek hişbira ku ji Sûriyeyê hat di heman demê da operasyonên taybet hatin kirin."

Li gor daxuyaniyê bi operasyonê va derbaskirina hişbirê û hewldanên qaçaxcîtiyê hatin astengkirin û wiha hat gotin: "Rêgezên angajmanê yên nû li dijî qaçaxcîyên ku grubên çekdar ên cuda piştgiriyê didin wan hat sepandin. Di operasyonan da 27 qaçaxcî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn û revîn aliyê Sûriyeyê. Li herêmê gelek hişbir hat bidestxistin û xebatên lêgerînê dewam dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE