Artêşa Myanmarê dest danî ser rêveberiya welêt

Artêşa Myanmarê dest danî ser rêveberiya welêt

Li Myanmarê, Myo Nyuntê Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokrasiyê ya Neteweyî (NLD) ya desthelat ragihand, piştî ku Serokê Konseya Dewletê û Wezîrê Karên Derva Aung San Suu Çii û rêveberên din ên partiyê hatin binçavkirin, artêşê dest danî ser rêveberiya welêt.

Di daxuyaniya organa weşanê ya artêşa Myanmarê da jî îdiayên derbeyê yên piştî binçavkirinên sibehê zû hatin piştrastkirin û her wiha hat ragihandin ku rêveberiya welêt êdî di destê Sererkan Min Aung Hlaing da ye.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, li ser îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hat kirin, derbe hat kirin.

Artêşê eşkere kir ku piştî derbeyê li welêt rewşa awarte hat ragihandin û her wiha diyar kir ku Myanmar dê salekê bi rêveberiya eskerî were birêvabirin.

Myo Nyuntê Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokrasiyê ya Neteweyî (NLD) ku li Myanmarê desthelat e, di daxuyaniya ku bi têlefonê dabû Reutersê da eşkere kiribû, Serokê Dewletê Win Myint, Suu Çii û rêveberên din ên partiyê sibehê zû bi biserdagirtina artêşê va hatin binçavkirin.

Myo Nyunt gotibû, "Ez ji gelê me dixwazim, bêyî ku bifikirin bersivê nedin û li gorî qanûnan tevbigerin" û her wisa destnîşan kiribû ku ew jî li bendê ye ku were binçavkirin.

Li welêt dema nîqaşên hîleyê li ser encamên hilbijartina 8ê Mijdara 2020î dewam dikirin, Sererkan 27ê Berfanbarê ragihandibû, heger qanûn rêkûpêk neyên cîbicîkirin, dibe ku Destûr were fesxkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE