Aşiyên Kovîd-19ê yên ku li Brezîlyayê li welatiyan xistin mirina kesên jortirî 80 salî kêm kir

Li gor xebata ku li ser malpera MedRxivê hat weşandin, li Brezîlyayê ji serê salê pê va aşiyên CoronaVac û AstraZenecayê li xebatkarên tenduristî û kal û pîrên ku di kategoriya rîskê da ne, xistin. Aşiyan rêjeya kal û pîrên ku emrê wan ser 80yî ra ne û ji ber Kovîd-19ê dimirin, kêm kir.

Aşiyên Kovîd-19ê yên ku li Brezîlyayê li welatiyan xistin mirina kesên jortirî 80 salî kêm kir

Li Brezîlyayê di meha rêbendanê da ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dest bi aşîkirina welatiyan kirin. Her çend li welêt cureya P1ê ya vîrusê zûtir bela dibe jî, ji ber ku aşî hatin kirin mirina kesên emrê wan jortirî 80yî ne, kêm bû.

Li gor xebata ku li ser malpera MedRxivê hat weşandin, li Brezîlyayê ji serê salê pê va aşiyên CoronaVac û AstraZenecayê li xebatkarên tenduristî û kal û pîrên ku di kategoriya rîskê da ne, xistin. Aşiyan rêjeya kal û pîrên ku emrê wan ser 80yî ra ne û ji ber Kovîd-19ê dimirin, kêm kir.

Li welêt aşiyên ku hatine kirin, ji sedî 77,3 aşiya CoronaVacê ye, ji sedî 15,9 jî aşiya AstraZenecayê ye.

Heta nîvê meha sibatê ji sedî 49,1ê kal û pîrên jortirî 80yî, piştî meha adarê jî ji sedî 90î zêdetir kal û pîr herî kêm dozek aşî bûn.

Rêjeya kal û pîrên ku emrê wan ji 80yî zêdetir e û ji ber Kovîd-19ê dimirin di meha rêbendan û sibatê da dora ji sedî 25 bû, di her du hefteyên ewil ên meha nîsanê da ev rêje daket ji sedî 13,1ê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE