Augiasê rojnameger-nivîskarê Îtalyan nîşana rûmetê ya Fransayê îade kir

Augiasê rojnameger-nivîskarê Îtalyan nîşana rûmetê ya Fransayê îade kir

Lêkolînerê Îtalyan Giulio Regeni li Misrê kuştî hat dîtin û li gor Rojnameger-nivîskarê Îtalyan Corrado Augias tiliya miqamên Misrê di kuştina Rgeni da heye. Ji ber ku Fransanîşana rûmetê ya "Legion d'Honneur" da Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî, Augias ev rewş protesto kir û nîşana ku dabûn wî jî îade kir.

Rojnameger-nivîskar duh di quncikê xwe yê rojnameya La Repubblicayê da got ku ew ê seba xatireya Giulio Regeni û girîngiya xelatê, "Legion d'Honneur"a nîşana rûmetê ya ku dabûn wî wê îade bike û serê sibê hat Balyozxaneya Romayê ya Fransayê.

Augias dema ku hat balyozxaneyê nîşan nîşanî rojnamegeran da, bi Balyozê Romayê yê Fransayê Christian Masset ra hevdîtin kir û nîşan îadeyî wî kir.

Augias dema ku ji balyozxaneyê derket daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku bi balyoz ra diyalogeke wî ya dilsoj, lê semîmî heye û wiha dewam kir:

"Balyoz fêm kir ku ez çima nîşanê îade dikim, lê got ku ez wek te nafikirim. Fransa wê her wext di parastina mafên mirovan da wê pêşengiyê bike. Min jî ziyareta fermî ya ku Qeddafî (Serokê Dewleta Lîbyayê yê berê Muammer Qeddafî) li Romayê kiribû, anî bîra wî. Ez şaş nebim di 2009an da bû. Wê çaxê li Quirinaleyê (Qesra Serokomariyê) bi bandoya fermî hat pêşwazîkirin, lê wê çaxê tu nîşan nedanê. Ji ber ku nîşaneke evçend bipirestîj dan Sîsî ku ne nîşana şovaltiyê ye, lê didin kesên xwedî fezîlet, min ya xwe îade kir."

Augias ji bo bibîrxistina ku di nivîsa xwe ya duh da wî bal kişand ser berpirsiyariya rêveberiya Misrê ya di cinayeta Regeni da wiha got, "Min got, di sûcên kesên di bin wî ra dikin da Sîsî jî bi awayekî objektîf şirîk e."

- Cinayeta Giulio Regeni

Giulio Regeniyê 28 salî ku li Zanîngeha Cambridge a Îngiliz xwendekarê doktorayê bû, gava ji bo lêkolînên li ser sendîkayên karkeran û aktîvîstan li Misrê bû, 25ê Rêbendana 2016an wenda bûbû û cesedê wî 3yê sibatê li ser rêya Qahire-Îskenderiyeyê hatibû dîtin. Balyozê Îtalyayê li Qahirey yê wê demê Maurizio Massari diyar kiribû ku di wucûdê Regeni da şopên êşkenceyê hene.

Lêpirsîna cinayeta Regeni ku Dozgeriya Komarê ya Romayê ragihandibû ku 10ê berfanbarê temam bû, derxistibû holê ku lêkolînerê ciwan ê Îtalyayî bi êşkenceyê hatiye kuştin û her wiha 4 pasevan û endamên servîsa veşartî ya Misrê jî tevlî bûyerê bûne.

Rayagiştî û meqamên Îtalyayî ji roja ku cinayet hat kirin û vir va ji karbidestên Misrî dixwazin ku kuştina Regeni ronî bikin. Ji ber vê yekê di peywendiyên Îtalya-Misrê da dem demî rageşî jî derdikevin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE