Ava çem di ser de çû û tonek masî telef bû

Bi germbûna hewaye re berf heliya û gelek masî mirin.

Ava çem di ser de çû û tonek masî telef bû

Li Colemêrgê bi germbûna hewayê re berf heliya. Li ser Çemê Depînê çewliga masiyan hebû. Ji ber ku ava çem di ser de çû masî bêav man û nêzî tonek masî telef bû.

Li Colemêrgê li ser Çemê Depînê di sala 1992an de çewliga masiyan hatibû avakirin.

Çewlig li 3 hezar û 487 metre bilindiyê hatiye avakirin. Di çewliga masiyan de salê 250 hezar heb masî Bi germbûna hewayê re berfa li ser çiyan heliya û ava çem di ser de çû.

Xwediyên çewligê dibêjin piştî ku ava çem di ser re çû bi qasî 10 saetan masî bêav man. Ji ber vê yekê nêzî tonek masî telef bûn.

Ji bo ku cardin tiştekî wisa çênebe divê 350 metre borî were danîn.

Xwediyên çewligê ji bo vê ji dewletê alîkarî dixwazin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE