Avahiya li Îranê tep bû: 14 mirî

Hejmara kesên li Îranê di bin avahiya tep bû da mirin gihîşt 14an

Avahiya li Îranê tep bû: 14 mirî

 Roja duşemê li bajarê Abadana girêdayî eyalate Xuzistanê avahiyeke 10 qatî tep bû û hejmara kesên mirin gihîşt 14an.

Waliyê Abadanê Îsan Ebbasîpûr daxuyanî da têlevizyona dewletê ya Îranê û got ku lêgerînên di nav enqazê da dewam dike û wiha domand: "Ji ber tepbûna avahiyê hejmara kesên mirin gihîşt 14an û 37 kes jî birîndar bûn."

Wisa tê texmînkirin ku di bin enqaza avahiyê da hêj 50 kes hene û der heqê bûyerê da heta niha 10 kes hatin binçavkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE