Avahiyên dîrokî yên Bexdayê li benda restorasyonê ne

Li Bexdaya paytextê Iraqê avahiyên dîrokî yên ji heyama Ebasî û Osmaniyan mane ji ber îxmala çendî salan hewceyê lênêrînê ne û hindik maye ku xira bibin

Avahiyên dîrokî yên Bexdayê li benda restorasyonê ne

Li Bexdaya paytextê Iraqê avahiyên dîrokî yên ji heyama Ebasî û Osmaniyan mane ji ber îxmala çendî salan hewceyê lênêrînê ne û hindik maye ku xira bibin.

Dehan avahiyên dîrokî yên li Elawî, Heyfa, Bettawîn, Şewwaka, Iwaziye, Kazimiyeya herêmên navenda Bexdayê û yên li ser Kolana El -Reşîd ji ber xwedînekirina çendî salan hindik maye ku xira bibin hinek ji wan jî bûne sitargehên malbatên xîzan.

Kesên ku li van malên dîrokî yên ber xirabûnê dijîn car carna bi derfetên xwe temîran dikin lê li bendê ne ku hikûmeta li ser van deran bisekîne û restore bike.

Ebdulmehdî Îbrahîmiyê 83 salî yê ku li Bettawîna yek ji wan herêman e ku lê avahiyên dîrokî hene dijî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û der barê kesên ku li van avahiyên dîrokî dijîn da agahî dan.

Îbrahîmiyê Bexdayî got ku navê berê yê herêmê Urfeyî bûye û li vir berê malbatên Tirk ên Urfayî jiyane û navê herêmê ji wan maye.

Îbrahîmî diyar kir piştî ku malbatên Tirk ji 1930yan pê va ji wir koç kirin cihûyên Iraqî li wir bi cî bûn û got ku di salên 1940î da jî bi avabûna Îsraîlê cihûyan ev der terikandin û xiristiyanên Iraqî li van avahiyan bi cî bûn.

- Wextekî yek ji cihên guzîde yên Bexdayê bû

Îbrahîmî da zanîn ku herêma Bettawînê heta 1980yan yek ji cihên guzîde yên xwedî mîmariyeke taybet û herî xweşik ên paytexta qedîm bû û bi demê ra ji ber îxmalê bê xwedî ma û wiha axivî:

"Herêm heta Şerê Îran-Iraqê yek ji cihên herî xweşik ên Bexdayê bû. Paşê Şerê Kendavê ya 1emîn jî tesîreke neyinî li ser herêmê kir û ev der bêxwedî hiştin. Niştecihên vir peyderpey malên xwe yên ber bi xirabûnê terikandin. Hikûmetên heta îro jî ev cihên kambax ên dîrokî îxmal kirin û ev hemû jî bûn sedem ku gel dev ji van deran berde."

Îbrahîmî got ku avahiyên dîrokî yên li Bettawînê piştî ku guherî herêmeke terikandî malbatên feqîr ên ku nekarîn xanî peyda bikin li wan deran bi cî bûn û wiha axivî: "Bi demê ra ev der guherî tax û kolanên herî xeternak ên Bexdayê, bi hişbir û dizreviyê hat rojevê."

Îbrahîmî got "Ji ber ku wek berhemên dîrokî tên hesibandin bi tu awayî xwediyên avahiyan nikarin temîratê bikin, saziyên eleqedar jî nikarin vê bêxwedîbûnê ji holê rakin. Navê vê derê herêma dîrokî ye lê tu restorasyoneke layiqê vê nedît."

Ji aliyê din va Alîkarê Serokê Daîreya Berhemên Dîrokî yê Muzeya Neteweyî yê Iraqê Saad Hamza jî got ku hikûmet li gor derfetan hewl dide ku xwdî li berhemên dîrokî yên bi vî awayî derkeve.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE