Avahîsazê ji Îdlibê şikeftek wek galeriya hunerê saz kir

Seîd anî ziman ew di xebatên xwe da xîz, çîmento û hesin bi kar tîne û wiha dewam kir: "Ev xebat wê bi îzna Xwedê ji nifşên dahatûyê ra bimîne. Ewê nîşan bide ku meriv çawa dijîn."

Avahîsazê ji Îdlibê şikeftek wek galeriya hunerê saz kir

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê avahîsazekî bi navê Ebdulmutî Seîd ji bo balê bikşîne sivîlên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê xwe spartine şikeftan, şikeftek wek galeriya hunerê saz kir.

Seîdê 54 salî ji Helebê ye, sal û nîvek berê ji ber êrîşên rejimê koçî Akrabata gundê Îdlibê kiriye.

Seîd ji bo balê bikşîne sivîlên wek xwe biryar da hundirê şikeftekî wek galeriya hunerê bixemilîne. Ji ber vê Seîd û hevalên wî du meh û nîvan xebitîn şikeft xemilandin, li gor xwe amade kirin û ji bo ziyaretê vekirin.

"Ev xebat wê ji nifşên dahatûyê ra bimîne"

Seîd ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Îdlibê gelek kes di şikeftan da dijîn û wî jî xwestiye balê bikşîne van kesan û wiha axivî: "Em ewil li ser erazî xebitîn, me sêwirandina ku wê bê kirin diyar kir. Ji ber ku geomêtiya şikeftê baş bû me biryar da ku em stûnên dîrokî çêbikin. Ji bo ku saxlem be me şikeft bi stûnan qayîn kir. Dema em dikolin em rastî zinaran tên ku em van jî bi kar tînin."

Seîd anî ziman ew di xebatên xwe da xîz, çîmento û hesin bi kar tîne û wiha dewam kir: "Ev xebat wê bi îzna Xwedê ji nifşên dahatûyê ra bimîne. Ewê nîşan bide ku meriv çawa dijîn."

Seîd got ev der wê paşê ji bo perwerdeya dekorasyonê bê bikaranîn.

Li Sûriyeyê sivîl ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê li Îdlibê xwe dispêrin şikeftan û li wir dijîn. Hejmara wan baş nayê zanîn lê bi sedan malbat di nav rewşeke nebaş da li şikeftan hewl didin ku bijîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE