Axaftina Bîden û Netanyahu

Netanyahu di têlefonê da ji Biden ra got ku ew biryardar in ku êrîşên li ser Xezeyê bidomînin

Axaftina Bîden û Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra ser têlefonê axivî û diyar kir ku ew ji bo domandina operasyona eskerî ya li ser Xeta Xezeyê biryardar in.

Ji Ofîsa Netanyahu daxuyaniya nivîskî hat dayîn û li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina ser têlefonê da spasiya Biden kir ku piştgiriyê dide mafê xweparastina Îsraîlê.

Di axaftinê da Netanyahu ji Biden ra wiha got, "Ji bo ku em ewlehiya welatiyên Îsraîlê cardin saz bikin, em biryardar in ku operasyonê bigihînin hedefa wê."

Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hatibû dayîn da jî Biden gotibû ew piştgiriyê dide ku li herêmê agirbest çêbibe.

Ji 10ê gulanê vir va Biden û Netanyahu sê caran bi têlefonê axivîne.

Îsraîl ji 10ê gulanê pê va êrîşî Xeta Xezeyê dike û di êrîşan da 61 jê zarok, 36 jê jin bi tevahî 212 kes hatin kuştin, 1400 kes birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE