Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm digel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê pêşhatên herêmê û têkoşîna dijî cureya nûa vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Derve ya Iraqê, Hekîm û Çavuşoglu mijarên weke di warê navneteweyî û herêmî de piştevaniya di navbera herdu welatan de û kordînasyona stratêjîk gotûbêj kirin.AA