Axaftina Pompeo û Netanyahu

Ortagusê bal kişand ku di hevdîtinê da girîngiya peywendiyên dualî yên herdu welatan hatin îfadekirin û wiha got, "Wezîr Pompeo û Serokwezîr Netanyahu ji xeynî vê, herwiha li ser bandora xirab a Îranê ya li herêmê axaftineke berfireh kirin û dîsa li ser ewlehiya Îsraîlê û hevkariya aborî ya ligel welatên cîran ên herêmê sekinîn."

Axaftina Pompeo û Netanyahu

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê li ser hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ku li paytextê Portekîzê Lizbonê hatin cem hev, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ortagusê bal kişand ku di hevdîtinê da girîngiya peywendiyên dualî yên herdu welatan hatin îfadekirin û wiha got, "Wezîr Pompeo û Serokwezîr Netanyahu ji xeynî vê, herwiha li ser bandora xirab a Îranê ya li herêmê axaftineke berfireh kirin û dîsa li ser ewlehiya Îsraîlê û hevkariya aborî ya ligel welatên cîran ên herêmê sekinîn."

Ji aliyê din va jî hat gotin ku ev hevdîtina navborî li gorî ku hatibû plankirin dê li Londona ku Zîrweya Serokan a NATOyê bi rê va diçe bihata kirin, lêbelê ji ber biryara zû vegerê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji Îngiltereyê, hevdîtin li Lîzbonê hat kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE