Axaftina Serok Erdoğan di medyaya cîhanê de derket manşetan

Serok Erdoğan do li neteweyên yekbûyî xeberdaneke pir muhîm kir. Ev axaftin di medyaya cîhanê de jî gelek deng veda. Em berê xwe bidin ka medyaya erebî li ser vê axaftina wî çi gotine.

Axaftina Serok Erdoğan di medyaya cîhanê de derket manşetan

Serok Recep Tayyip Erdoğan doh li Neteweyên Yekbûyî axaftineke tarîxî kir.

Xeberdana wî di medyaya cîhanê de gelek deng veda.

Medyaya Erebî jî axaftina Serok derxist manşetên xwe.

Medyaya Qetarî El-Cezîreyê cihekî mezin da axaftina Erdoğan û ev gotinên Erdoğan derxist pêş ku gotibû “Dinya ji 5an mezintir e. Êdî dinya ne ew dinyaya berê ya piştî herba cîhanê ye.”

Şaxa Erebî Malpera Spûtnîkê jî gotinê Erdoğan ên li ser revîzekirina binyata Neteweyên Yekbûyî derxist pêş.

Ajansa Reutersê li ser axaftina Erdoğan a li ser Rahip Brunson sekinî ku Erdoğan gotibû “Ev qerara mehkemeyan e û lazim e her kes hurmetê nîşan bide..

Medyaya Fermî ya Îranê jî cihekî mezin da xeberdana serok Erdoğan. Erdoğan gotibû ambargoyên li ser Îranê xelet in. Ajansa Îranê li ser vê sekinî...

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 10:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE