Serokwezîrê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken li ser telefonê der barê êrîşa moşekan ên birin ser Hewlêrê da axivîn.
Barzanî li ser Twîtterê daxuyand ew û Blînken der barê êrîşa newêrek a li dijî Hewlêrê axivîne, ji bo sûcdar bên tespîtkirin ewê ji nêz va hevkariyê bikin.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya berê da êrîşên moşekan wek êrîşa terorê bi nav kiribû û gotibû wî telîmat daye hêzên ewlehiyê ku lêpirsîn bê destpêkirin.
Barzanî anîbû ziman ku ew bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra axiviye ku ji bo sûcdar bên tespîtkirin ew hevkariyê bikin.
Ji hêla din va hêzên dijî terorê yên girêdayî Ajansa Ewlehiya HKIyê daxuyandibûn wesayîta ku jê moşek avêtine hatiye dîtine, piştî lêpirsîn temam bibe agahî wê bên parvekirin.
Di êrîşa dijî balafirgeha li Hewlêrê da muteahîtekî sivîl hatibû kuştin, 5 personelên bipeyman û eskerekî Amerîkayê jî birîndar bûbûn.
Di êrîşa li ser baregaha eskerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê da jî jê yek giran 3 kes birîndar bûbûn.
Serokwezîr Mistefa el-Kazimî telîmat dabû ku der barê êrîşê da lêkolîn bê kirin.AA