Azerbeycan: 2 hezar û 300 eskerên Ermenistanê hatin berterefkirin

Azerbeycan: 2 hezar û 300 eskerên Ermenistanê hatin berterefkirin

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Azerbeycanê ji bo erdên dagirkirî xilas bike da destpêkirin da 2 hezar û 300 eskerên Ermenistanê hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku bi şev pevçûnên mezin dewam kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "di 27-30yê îlonê da 2 hezar û 300 eskerên Ermenistanê hatin kuştin û birîndarkirin, 130 tank û wesayîtên bizirx, ji 200î zêdetir sîstemên top û fuzeyê, 25 sîstemên parastina hewayê, 6 mintiqeyên rêvabirin û çavdêriyê, 5 depoyên cebilxaneyê, 50 tankşikên û 55 texsî hatin îmhekirin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di pevçûnên duh da li Şuşakenda herêma Xocawenda bajarê dagirkirî sîstemeke S-300î ya Ermenistanê hat berterefkirin, hêzên Ermenistanê ji bo kozikên dan der paşda bistîninli aliyê Madagîzê kom bûn, îro şeveqê dîsa êrîş kirin lêbelê pêşî li wan hat birîn.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku li li hemû xetên eniyan operasyonên eskerî dewam dikin.

Artêşa Azerbeycanê li aliyê Agdere-Terterê hêzên Ermenistanê dorpêç kirin

 Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê ji bo ku axên dagirkirî rizgar bike, êrîş da destpêkirin û li aliyê Agdere-Terterê hêzên Ermenistanê dorpêç kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê bi avêtina topan va îmhakirina hêzên Ermenistanê û operasyona paqijkirina qadê dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Azerbeycanê li aliyê Agdere-Terterê hêzên Ermenistanê dorpêç kirin.

 Azerbeycan: "Tabura Ermeniyan a li Tonaşenê kozik hîşt û revî"

Hat ragihandin ku li Tonaşena dagirkirî ya gundê Terterê tabura artêşa Ermenistanê kozik hîşt û revî.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da wiha hat gotin: "Eskerên tabura 2yan a Alaya Muhrîp a 7an ya Tumena Muhrîp a 10an ya Fermandariya Artêşa 1ê ya Ermenistanê gelek kes dan der û kozikên xwe hîşt û revî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE