Berî hevdîtina sêalî ya digel Ermenistan û Rûsyayê, Komîteya Berpirsê Welatiyên Dîl, Wenda û Rehîn ya Azerbeycanê ragihand, 2 welatiyên Ermenistanê yên binçavkirî bo welatên xwe hatin îadekirin.
Di daxuyaniya Komîteyê da hat destnîşankirin, ji kesên hatin îadekirin, yek jê eskerek e ku di pevçûna provokasyona li ser sînor a di 16ê Mijdarê da hatibû desteserkirin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat diyarkirin, esker dema hat desteserkirin birîndar bû û tedawiya wî hat kirin.
Hat gotin, kesê din ê ku hat îadekirin, welatiyekî sivîl e ku ber bi îstiqameta parêzgeha Axdamê rêya xwe wenda kiribû û ketibû herêma eskerên Azerbeycanê.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan îro dê li Soçiyê bên cem hev.
AA