Azerbeycan: Em bibiryar piştgiriyê didin fealiyetên Türkiyeyê yên li Behra Spî ya Rojhilat

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê Leya Abdullayevayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ew bibiryar piştgiriyê didin fealiyetên Türkiyeyê yên li Behra Spî ya Rojhilat.

Abdullayevayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku di geşbûna herêma Behra Spî da Türkiye di dirêjiya dîrokê da roleke girîng dileyîze.

Abdullayevayê got ku ew dixwazin di kurtedemekê da aloziyên li Behra Spî ya Rojhilat çareser bibin û wiha got, "Em bibiryar piştgiriyê didin hemû gavên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî yên Türkiyeya bira yên ji bo aştî û îstiqrarê."

Abdullayevayê der heqê daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Ermenistanê ya li ser fealiyetên Türkiyeyê yên li Behra Spî ya Rojhilat da wiha got, "Helwest û daxuyaniyên Ermenistanê yên bêbingeh ên dijî Türkiyeyê divê wekî hewildana emilandina bi şêweyeke xirab a ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û teng, bên şermezarkirin û redkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE