''Azerbeycan wê hê destanan binivîsîne''

Serok Erdogan: "Azerbeycan di serkêşiya birayê min Îlham Eliyevê zîrek da wê hê destanan binivîsîne."

''Azerbeycan wê hê destanan binivîsîne''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Azerbeycan di serkêşiya birayê min Îlham Eliyevê zîrek da wê hê destanan binivîsîne."

Erdogan li Meydana Azadlikê di Merasima Serkeftinê da axivî ku ji bona axa Azerbaycanê ji dagiriya Ermenistanê rizgar bû hat lidarxistin.

Serok Erdogan diyar kir Azerbeycan di serkêşiya birayê min Îlham Eliyevê zîrek da wê hê destanan binivîsîne.

Erdogan destnîşan kir ji ber ku Azerbeycanê axa xwe ji dagiriyê rizgar kiriye ev nayê wê meneyê ku têkoşîn qediyaye.

Serok Erdogan diyar kir bi destê Ermenistanê hiqûqa şer hat binpêkirin û rûmeta mirovahiyê hat pelçiqandin û got ku wezîfeya me ye ku em li her derê hesabê vê bipirsin.

Erdogan destnîşan kir rêvebirên Ermenî çavkaniyên gel ji bona axa Azerbaycanê di bin dagiriyê da bihêlin xerc kirin û wiha got: "Kesên li Qerebaxa Çiyayî ji xeynî wêranî, qetlîam û hêsirên çavan tiştek nekirine divê êdî aqilê xwe bidin serê xwe."

Serok Erdogan diyar kir divê bê dîtin ku bi sorkirina emperyalîstên Rojavayî encamek dernakeve û divê têkilî cardin bên gotûbêjkirin û wiha axivî: "Heger gelê Ermenistanê ji tiştên li Qerebaxê qewimîn dersê hilde wê ev ji bona herêmê bibe destpêkeke nû."

Erdogan destnîşan kir heger Tirkiye û Azerbaycan milê xwe bidin hev wê zor û zehmetiyan derbas bikin û serkeftinên nû bi dest bixin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE