Azerbeycaniyên ji ber êrîşên Ermenistanê gundên xwe terikandin li xwendingehan sitar dibin

Azerbeycaniyên ji ber êrîşên Ermenistanê gundên xwe terikandin li xwendingehan sitar dibin

Gelê Azerbeycanê yên li gundên nêzî herêmên pevçûnê dijîn û merûzî êrîşên artêşa Ermenistanê dimînin ji bo canê xwe xilas bikin li xwendingeh û avahiyên dewletê sitar dibin.

Ahmedaxalî, Sarîcalî, Çemenlî, Zengişalî, Qeredaxlî, Efetlî û Şahsevena gundên Axcabedî û Axdama li rojhilatê Qerebaxa Çiyayî ya navenda pevçûnan ji 27ê îlonê vir da dibin hedefa êrîşên topan.

Gundî ev 10 roj e pez û dewarên xwe yên pê debara xwe dikin dihêlin û koçî herêmên din dikin.

Meqamên herêmî yên Azerbeycanê gundiyên ji cî û warên xwe bûne di xwendingehên li Axcabediyê yên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû girtî ne da bi cî dike. Gundî li polên lê sitar bûne dia dikin ku artêşa Azerbeycanê bi ser bikeve û di demeke nêz da vegerin malên xwe.

Ehmed Ebasê 63 salî yê diyar kir ku ji Sarîcaliya gundê Axdamê ye got, "Di navbera gundên Ahmedaxalî, Sarîcalî, Çemenlî, Zengişalî û Qeredaxliyê da 700-800 metre mesafe heye. Piştî ku pevçûn derketin nexweş, kal, pîr, jin û zarok ji gund hatin derxistin."

Ebas destnîşan kir ku artêş û ciwan li gund man û herêmê mihefeze dikin û wiha axivî: "Hetanî erdê me were azadkirin em ê şer bidomînin. Ez 63 salî me û 2 caran tevlî artêşê bûm. Lazim bike ez ê dîsa herim, dixwazim vegerim gundê xwe."

- "Zarok ditirsiyan lewma em hatin"

Sahîbe Alîşova ji gundê Sarîcayê jî wekî cînarên xwe gund terk kir û li xwendigeha li Axcabediyê sitar bû.

Alîşovê destnîşan kir ku ji top û guleyên Ermenistanê natirse û wiha pê da çû: "Lazim bike em ê jî herin alîkariyê. Qerebax ya me ye û ew ê wisa bimîne. Top diavêtin em mecbûrî revîn."

Alîşovê destnîşan kir ku top di ser xaniyê wê da ket û xanî zirar dît û wiha axivî: "Xwedêkirî em derketin, wisa nebûya ewlehiya canê me tunebû. Malbata ji 5 kesan pêk tê û 2 kurên min di artêşê da wezîfeyê dikin."

Alîşovê diyar kir ku heywanên xwe yên li gund hîştin mereq dikin, hin ciwanên li gund man wan xweyî dikin û got, "Bi ya min em ê li wê derê bimana lêbelê zarok ditirsiyan lewma em hatin."

- "Ji ber êrîşan hin kes birîndar bûn"

Gunay Mistefa jî got top ser gundê Şahsevenê da dibariyan ji ber vê gelê gund malên xwe terk kir û wiha axivî: "3 zarokên min hene. Yek ji wan şil bûye. Ji bo zarokan em revîn. Ji ber êrîşan hin kes birîndar bûn. Malên me zirar dîtin.

Mistefa destnîşan kir ku hikûmet hewcedariyên wan ên sereke dibîne û wiha got: "Lêbelê şert û merc zor in. Em dixwazin di deme herî kin da vegerin malên xwe û digihêjin erdê xwe."

- "Bombe avêtin mala me"

Siltan Kerîmê li xwendingehê bi cî bû jî bertek nîşanî êrîşên Ermenistanê da.

Kerîm diyar kir ku êrîşê malên wan kirin û wiha pê da çû: "Bombe û roket avêtin. Jin û zarok her kes tirsiya. Me mal, heywan û her tiştên xwe hîşt û canê xwe xilas kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE