Baba Şêxê Êzîdiyan jiyana xwe ji dest da

Berpirsiyarê olî yê Êzîdiyan li Hewlêrê çû ber rehma Xwedê

Baba Şêxê Êzîdiyan jiyana xwe ji dest da

Baba Şêxê Êzîdiyan û berpirsiyarê laleşê xertû hecî îsmaîl di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Baba şêx ev demek e li hewlêrê tedawî dibû.

Serokê Ruhanî yê Êzîdiyan Xertu Heci Îsmail, li Hewlêra Rêvebiriya Herêma Kurdan wefat kir.

Baba Şêx, ev demek e li Hewlêrê li nexweşxaneyê tedawî dibû.

Baba Şêx Xertû Hecî Îsmaîl, perbirsiyarê herî mezin ê Laleşê bû.

Baba Şêx ji 1995an û vir ve perpirsiyariya olî ya Êzîdiyan dikir.

Xertû Hecî Îsmail, derheqê jin û keçên ku ketibûn destê DEAŞ’ê de gotibû: ‘’Ew hemû paqij in, pîroz in û divê bên qebûlkirin.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE